Here Naverokê

HER GAV DILXWEŞ BIN!

Civîna Sêrojî ya Şahidên Yehowa – 2020

Em we ji bo civîna sêrojî ya Şahidên Yehowa dawet dikin! Seba pandemiya koronavîrûsê (COVID-19), civîna sêrojî wê îsal li ser jw.org bê nîşan dayîn. Civîna sêrojî wê li mehên Tîrmeh û Tebaxê bê weşandin.

BERNAMEYA SÊROJÎ

  • Bernameya roja Înê: Bername wê zelal bike ku jin û mêr, dê û bav û zarok çawa dikarin di malbatê de dilxweş bin û dilxweşiya malbatê zêde bikin. Wekî din, bername wê nîşan bide ku tebîet çawa îsbat dide ku Xwedê dixwaze ku em dilxweş bin.

  • Bernameya roja Şemiyê: Şahidên Yehowa çima mizgîna Kitêba Pîroz li seranserê dinyayê belav dikin? Cewaba vê pirsê wê bi destê çend gotar, vîdeo û hevpeyvînan bê dayîn.

  • Bernameya roja Yekşemê: Li gor Kitêba Pîroz, bereketa Xwedê dewlemend dike û derd nade (Methelokên Silêman 10:22). Gotara bi navê “Dewlemendiya Bêderd – Çawa?” wê rêyî te bide ku tu çima dikarî bawer bî ku ev yek mumkin e.

  • Fîlm: Kitêba Pîroz behsa mirovekî bi navê Nehemya dike, yê ku pir cesûr û bixîret bû. Gelo em dikarin ji wî çi dersan bistînin? Li civîna sêrojî, du parên fîlma bi navê “Dilxweşiya Yehowa Stara We ye” (Nehemya 8:10) wê li rojên Şemî û Yekşemê bên nîşan dayîn.

BERNAME BÊPERE YE

TÊKETIN YAN ABONEBÛN NE LAZIM E

Bernameya civîna sêrojî bibîne û li vîdeoyeke di heqê civînên me yên mezin de temaşe bike.

Li Civîna Sêrojî Temaşe Bike